EM DAMEZIRANDINA MECLÎSA DÊSIMÊ-EWRÛPA DIYAR DIKIN
– Ji Raya Giştî re –
Di 11-13.11.2016an de li bajarê Dortmunda Almanyayê 2. komcivîna giştî ya Hewldana Meclîsa Dêsımê hat lidarxistin. Civîn ji rêberên Dêsımê yên di 15yê mijdara 1937an de li Qada Genim ya Xarpêtê hatin bidarvekirin û Dêsımiyên di 37-38an de hatin qetilkirin re hate diyarîkirin.
Civîn, di nav atmosfera şerê li herêma me û herwiha mercen berbiçûna şerê navxweyî li Tirkiyê de, bi beşdariya kesên ji dewletên Ewrûpa û Tirkiyeyê, serkeftî pêkhat.
Pêkanînên li ser komên etnîkî û mezhebî li Anadoliyê gav bi gav ber bi şerê navxweyî ve dibe. Li himberî şer û dîktatoriyê hatina cem hev ya hêzên aşîtî û demokrasiyê pêwîste. Dêsımiyên di nav rêxistin û derdorên cûda de tekoşînê didin, bi tevgeriya fikra mejûyekî hevbeş, ji bo peşîlêgirtina tinekirina dengeya ekolojiya erdnîgariya me, ji bo parastina nirxên me yên çandî û dîrokî û ji bo Dêsımeke mirov karibe lê bijî, yekbûn û bihevremeşîn xwe li ser me ferz dike.
Civînê, êrîşên di bin navê qaşo “tekoşîna li himberî terorê” de li himberî sivîlan û li himberî cî û warên niştecihiyê têne kirin, wek ew bi xwe teror e anî ziman. Çewisandinên li himberî hemû partiyên siyasî, parlamenter, medya û saziyên civakî yên sivîl, sendîqa, ronakbîr û hûnermendên li himberî dîktatoriyê, tên kirin şermezar kir.
Di xwevegûhertina bihevçûnên mezhebî û etnîkî de, bi xema wê di rewşên şer û bihevçûnan de herî zêde Dêsımê zirarê bibîne; wekî din jî, li dijî zihniyeta lêpêwîstkirina yek ziman, yek ol, yek bandor li ser Kirmanc/Zaza û hemû komên etnîkî û bawerî, pir zimanî, pir çandî, dûrmana ji polîtîkayên cinsî, ji bo jiyaneke bi hev re giringiya berxwedanê hate diyarkirin.
Civînê, ji memû aliyan re banga vegera dema aşîtî û pêwendiyê û bidawîanîna bihevçûnên li Dêsımê kir.
Di civînê de dîrok û pîrsgirêkên Dêsımê yên rojane hatin niqaşkirin. Valebûna Dêsımê ya herdiçe zêde dibe û ketina jiyana sivîl ya xeteriyê hat diyarkirin. Herwiha tê de, li ser rewşa baweriya Dêsımê û Zazakiya bi tinebûnê re rûbirû ye bal hat kişandin û pêşniyarên çareseriyê hatin pêşkêşkirin.
Civînê, ji bo pejirandina komkujiya 37-38an û pêçandina birînên me berdewamkirina xebatê-tekoşînê kirpand.
Di bin ronahiya van pêşveçûnan de Dêsımiyên bêparastin û belav bûne, bi awayê cûdahiyên xwe parastî hatina wan ya cem hev, bi lezgînî bihevgihandina hêzên xwe, wê çawa karibe bi zirara herî hindik ji van mercan rizgar bibe hatin niqaşkirin, pêkanîna hizra Dêsımiyan ya hevbeş û ramana gihandina Dêsımê ya nûnertî û sitatûyekê, wek dîtina hevbeş hat pejirandin.
Civînê, ragihandina damezirandina MECLÎSA DÊSIMÊ-EWRÛPA û di dema pêş de pêkanîna KOMCIVÎNA DÊSIMÊ YA EWRÛPA wek armanc da pêşiya xwe.
Piştî pêkanîna amadekariyên pêwîst li diyasporaya Tirkiyeyê û Dêsımê, bi pêkanîna KOMCIVÎNEKE NAVENDÎ îlankirina damezirandina MECLÎSA DÊSIMÊ hat pejirandin.
Dema Dêsımê ya rawestînê nîne, divê em nebine beşekî pirsgirêkan, bibine yên çareseriyê.
16.11.2016
MECLÎSA DÊSIMÊ-EWRÛPA